Break newsNûçeslide

ENKS êrîşa li ser çiyayê Qereçox û Şingalê şermezar kir

Yekîtî Media 27/4/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS êrîşa firokeyên Tirkiyê li ser çiyayê Şingal û Qereçoxê şermezar kir û daxwaz ji PKKê dike ku rê li ber bihaneyên Tirkiyê bigire û ji Şingalê vekişe.

Emîndariya Giştî ya ENKSê êrîşa firokeyên Tirkiyê ya li ser pêgehên Pêşmerge û YPGê li çiyayê Şingal û Qereçoxê, ku di encamê de 5 Pêşmerge û hejmarek şervanên kurd şehîd bûn û hejmareke din birîndar bûne, bi daxuyaniyekê şermezarkir.

Di daxuyaniya ENKSê de hatiye, “Di dema ku em bi tundî êrîşa Tirkiyê şermezar dikin, em daxwaz ji PYDê dikin ku lêvegerekê ji siyaset, kiryar û pêwendiyên xwe re li Kurdistana Sûriyê çê bike û vegere nava rêza Kurdî.”

Herwiha ENKSê daxwaz ji PKKê kir ku rê li pêş bihaneyên Tirkiyê bigire û ji Şingalê vekişe, ENKSê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku vegerin diyalog û proseya aştiyê û çekan bêdeng bikin, ku gelê Kurd û Tirk ji bêhtir 30 salî ji ber ji bijardeya leşkerî û tundûtûjiyê dinalin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button