Break newsNûçeslide

ENKS : emê mangirtinan li hundir û li derve li dijî PYD bikin

Yekîtî Media 24/7/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, doh yekşemê, kongreyeke rojnamevanî lidor rewşa girtiyên siyasî di zindanên PYDê de encam da.

Cîgira serokê ENKSê Fesla Yûsif bi tundî berdewamiya binçavkirina siyasetmedar û rojnamevanan şermezarkir û got, em bi tundî şermezar dikin girtina serkirdeyên ENKSê ji rex asayişa PYD, Mihsin Tahir û Ebdilrehman Apo, û herdû rojnamevan Alan Selîm û Berzan Hisên, herweha amaje kir ku rewşa tenduristî ya Mihsin Tahir pir xirabe, û doza serbestberdana wan kir.

Ji aliyê xwe ve endamê emîndariya giştî ya ENKSê Beşar Emîn got, divê PYD hemû girtiyên siyasî serbest berde, û eger meke emê mangirtinan li hundir û li derve bikin, û emê kiryar û siyasetên wan bihetikînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button