Break newsNûçeslide

Silêman Oso: me ti vexwendin ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Rikberiyê wernegirtine

Yekîtî Media
Endamê komîta pêwendiyên derve ya ENKSê Silêman Oso, îro duşemê, eşkere kir ku ENKSê ti vexwendin ji Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji bo hevcivînekê wernegirtiye, lê ew amade ne ku goftûgoyê di hemû mijaran de bikin, herweha tekezkir ku ew êrîşa Tirkiyê û girûpên çekdar yên girêdayî artêşa azad li ser Efrînê şermezar dikin.
Oso di hevpeyvînekê de ligel tora Rûdaw ya mîdyaî diyar kir, ku ENKSê sê rêkeftin ligel PYDê imzekirine lewre ew nabînin ku PYDê hêzeke terorîste, û ev yek diyar e ji aliyê hevpeymaniyê.
Derbarî helwesta ENKSê ji Efrînê Oso tekez kir ku ENKSê vê êrîşê qebûl nake û şermezar dike çi ji aliyê Tirkiyê û çi ji aliyê Artêşa Azad be, ev helwesta ENKSê ya sabit e derbarî çi êrîşa li ser xaka Kurdistana Sûriyê , li tev naakokiyên ku di orta PYDê û ENKSê de hene û kiryarên PYDê li dijî ENKSê û alîgirên wê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button