Break newsNûçeslide

ENKS doz li PYDê dike ku pabendiyê bi rêkeftina Dihokê bike

Yekîtî Media 28/12/2016

Emîndariya Giştî ya encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek belavkir derbarî rewşa Sûrî bigiştî û rewşa Kurdî bi taybetî.

Di daxuyaniyê de ENKS doz li PYD ê kir ku pabendiyê bi rêkeftina Dihokê bike, û atmosfêra danûstandinan biafirîne bi serbest berdana hemû serkide û endamên ENKSê yên di zindanên wan de girtî ne.

Herweha ENKSê di daxuyaniyê de amaje kir, ku rewş pir hestiyare û pêwîste ku helwest û daxwazên kurdan yekbin, lewre divê PYD dev ji siyasetên xwe yên li dijî xebata Kurdî ya netewî berde û vegera rêza Kurdî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button