Break newsNûçeslide

ENKS: Divê Pêşmergeyên Roj bikaribin derbasî Kurdistana Sûriyê bibin

Yekîtî Media 19/8/2016

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê derbarê aloziyên bajarê Hesekê daxuyaniyek belav kir, tê de daxwaza derbasbûna pêşmergeyên rojava bi zûtirîn dem kir.

Derbarê aloziyên bajarê Hesekê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir tê de, wiha got:Rejîma Sûriyê bi çekên giran û bi firokeya bajarê Hesekê bombebaran dike, di encam de bi dehan welatiyên sivîl şehîd bûne û bûne qurbanî.

Di daxuyaniya xwe de ENKSê ew êrîşa rejîma Sûriyê li ser bajarê Hesekê şermezar kir û daxwaz kir ku rê ji pêşmergeyên roj re were vekirin daku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û hemû pêkhateyan biparêzin.

Ji aliyeke din ve ENKS daxwaza rawestandina şer kir û hêvîkir ku welatî bajar vala nekin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button