Break newsNûçeslide

ENKS daxwaza hemahengiyekê bo azadkirina girtiyên siyasî dike

Yekîtî Media 10/10/2016

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bangewaznameyek belav kir û tê de daxwaz ji rêxistinên navdewletî û hiqûqî û hêzên Kurdistanî kir ku, bi ENKSê re daxwaza azadkirina girtiyên siyasî yên ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin, bikin.

Di bangewaznameya ENKSê de hat: “Ji ber beşdariya endam û alîgirên ENKSê di merasîma oxirkirina şehîdekî Pêşmerge di şerê DAIŞê de, bi dehan çalakvan, endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê desthilatên ser bi PYDê ve ji 3 mehan ve girtî ne.”

ENKSê di bangewaznameya xwe ragihand ku, ev kiryarên li dijî ENKSê tê meşandin, li dijî mafê mirovan û belge û peymanên navdewletî ne, herwiha li dijî perensîpên mirovahiyê û giyanê Kurdayetî ne.

Herwiha, ENKSê daxwaza hevahengiyekê ji rêxistinên navdewletî û hiqûqî û hêzên Kurdistanî kir ku, bi ENKSê re daxwaza azadkirina girtiyên siyasî bikin û kar bo girtina dosya girtiyên siyasî li Kurdistana Sûriyê bikin.

ENKSê navên çalakvan, endam û serkirdeyên wê yê girtî diyar kir, ku ji merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihmed Seîd di roja 15 Tîrmehê de girtî ne, ev in:

Mihemend Îsmaîl: Berpirsê Rêvebir ê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S).

Neşet Zaza: Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê.

Nafê Ebdulah: Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê.

Ebdulkerîm Hacî: Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê.

Selah Peyro: Endamê Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-Sê.

Ebulah Kedo: Endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd (PYKS).

Ebilkerîm Mehmûd: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.

Bextiyar Resûl: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.

Dijwar Tewfîq: Endamê Sekretariya Yekîtiya Xwendekar û Xortên Kurdistanî.

Ebdilmelêk Hito: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.

Mehmûd Cindî Lewend: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.

Ebdilrehman Ebdî Şeng: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.

Fewzî Hesen: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.

Casim Mihemed Bilî: Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê.

Herwiha bi dehan ji çalakvan û alîgirên ENKSê:

Cafer Baqî Idrîs.

Teysîr Hito.

Fêsel Qadirî.

Berzan Şêxmûs.

Ferhan Hesen Hesen.

Ayaz Ferhan Osman.

Golan Behrem Ebdî.

Omer Salih Cemîl Omer.

Cafer Hisên.

Remedan Ebas.

Mizgîn Remedan Hesen.

Mihemed Şêx Mûse.

Kawa Kenreş.

Fehed Coan:

Mihemed Ebdî.

Alan Mistefa.

Mahir Ehmed Erebo.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button