Break newsNûçeslide

ENKS : baregeha Xwecehiya ENKSê li Girkêlegê tûşî karekî terorî hat

Yekîtî Media 18/1/2017

Derbarî teqîna çend bombeyan li pêş baregeha xwecehiya ENKSê li Girkê legê roja sêşemê 17ê çile, emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belavkir, têde ev kar bi karê terorî wesif kir û bi tundî şermezakir.

Herweha ENKSê partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi vî karî tawanbar kir, û got ku PYDê berpirs e di ber şewata bargehên ENKSê û binçavkirin û revandina siyasetmedaran û lêdana çalakvanan.

ENKSê doz li miletê Kurd kir ku li dora ENKSê bicive daku li pêşiya van kiryarên xerab rawestin , ku armanc ji wan ew e dijatiya ENKSê û pirojeyê netewî Kurdî, di dema ku tê xwestin atmosfêreke erînî bê peydakirin jibo pêkanîna yekrêziya Kurdî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button