Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Encûmena Bilind a Referandûmê biyrar da di du hefteyan de parlemento bê aktîvkirin

Yekîtî Media 30/7/2017

Di civîna îro ya Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, biryar hat dayîn, di dema du heteyan de palementoya Kurdistanê bê aktîvkirin.

Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, tê de hat, “Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û beşdariya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên netewî û olî civiya.”

Di civînê de, Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê bi hûrî amadekariyên referandûmê di roja xwe diyarkirî de xistin rû û amadehiya temam a komisyonê bo temamkirina pêdewîstiyan û birêvebirina referandûmê di roja 25 Îlona 2017an de ragihand.

Di civînê de biryar li sê xalan hat dayîn:

Yekem: Civînê Birêz Mesûd Barzanî û Kusret Resûl Elî bi pêkanîna şanda danûstandina ligel Bexdayê raspard.

Duyem: Civînê biryar da di dema du hefteyan de parlementoya Kurdistanê dest bi kar bike, bo çareserkirina pirsgirêkan û piştevanîkirina li referandûmê.

Sêyem: Derbarê perensîpên pêkhateyan û sekretariya Encûmena Bilind a Referandûmê bîr û boçûn hatin guftûgokirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button