NûçeslideUncategorized

Encumana Siryanan ya navdewletî rêveberiya PYD bi lêdana berpirsekê xwe tewanbar dike

Yekiti Media

Encumana Siryanan ya navdewletî roja Duşemê 24-9-2018 daxuyaniyek belavkir têde Rêveberiya Xweser ya ji hêla partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD hatiya Ragihandin bi lêdana Îsa Reşîd Îsa tewan barkir.

Daxuyaniyê lêdana ku berpirsê rêbazên xwendinê di dibistanên Siryanî de Îsa Reşîd Îsa li rastî  hatibû ji hêla kesên nenas li bajarê Qamişlo şermezar kir û   Rêveberiya Xweser bê tewan barkir.

Di daxuyaniyê de hatibû ku berpirsa navenda Olf Tao Îlazabêt Gewriyê yak u Rêveberî piştgiriya wê dike gef û fişar li Îsa xwaribû ku pabendiyê bi rêbazên destya perwerdê ya Rêveberiya Xweser neke.

Ji hêla xwe ve rêxistina Aşûrî ya Dîmuqrat lêdana Îsa bi karê xirab wesifda û ew bûyer bi tundî şermezar kir.

Tê zanîn ku berpirsê rêbazên xwendinê di dibistanên Siryanî de Îsa Reşîd Îsa li rastî lêdanê ji hêla du kesên nenas roja Şemiyê li bajarê Qamişlo hatibû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button