Gotar

Emirîkan û Kurd

Adilê Evdile

Li ber çavaye, Ingilîzên bavpîrên Emerîkanan çawa dewleta Israîl ji Cihûyan re damezirandin, di nîvê çerxa bîstan de, gelo wê Ingilîz û neviyên xwe di çerxa bîst û yekan de dewletekê ji kurdan re bidin damezirandin? Hinek şirûvekarên siyasî dibînin ku derfet û mercên damezirandinê li ber dest û çavane, ewjî evin: 1-Kurdistan coxrafiyek girîng û dewlemende bi samanên xwe ve, di keve nîvê rojhilata navîn de, erdeke xave, hemî saman û berhemên jiyanê lê peyda dibin, keş û sirûştek xwezayî ye ji bona jîn û jiyana miroan, ji ber hindû bûye armanca dagerkeran di dirêjahiya dîrokê de. 2-Gelê kurd ne himarek kêm kese hijmara gelê kurd li ser xaka xwe di navbera 40-50 milyom kesin, hevgirtî û hevperwerin, xwedî liv û çalakin di ber doza welatê xwede, çep, rast, bi la, bê la, hejar û zengîn, hemî bi hiş, raman û xebatên xwe amade û dozniyazin, û ev kêş here serî, ta dewleta kurdistan bibe rastteqîn. 3-Bandora tund û tûjiya Misilmantiya sext nekarîbû rêya xwe veke di nav gelê kurd de, oldarên kurd ji hemî dîn û rêolan sinî, şî î, Elewî, yan êzîdî hemî dilpak û dilnermin, palpiştên biratiya mirova ne, aştîxwazin ji hemî gelên dinya yê re. 4-Avakirina dewleteke kurdî di rojhilata navîn de, wê bibe cihê dilgiranî û dilreşiyê ji Ereb, Tirk û Farisan re, lê wê cihê rizamendiyê be ji bal dewletên xwedî hêz ve, wek Ewrupî û Emerîkan û wê fişarê kêm bike li ser dewleta Israîlê.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button