Break newsNûçeslide

Emîndariya Giştî ya ENKSê tekeziyê li ser helwestên xwe ji Efrînê dike

Yekîtî Media
Emîndariya Giştî ya ENKSê , doh yekşemê, civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo girêda dûrî dezgehên ragihandinê.
Endamê emîndariya giştî Ebdilsemed Xelef Biro diyarkir ku civîna di naveroka xwe de li ser rewşa Efrînê bû.
Biro dazanîn ku ENKSê tekezî li ser helewestên xwe di derbarî Efrînê de kir, ku êrîşa artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ên opozisyonê ew dagîrkirine ji xakên Kurdistana Sûriyê re.
Herweha Biro amajekir ku ENKSê wê daxwaza rawestandina şer li Efrînê bike, û destpêkirina çareseriyên siaysî li ser bingeha biryarên Netewên Yekgirtî û rêzgirtina li taybetmendiya navçeyên kurdî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button