Break newsNûçeslide

Emîndariya Giştî ya ENKS biryara derketina mangirtinan li dijî kiryarên PYD da

Yekîtî Media 14/8/2016

Îro duşemê 14ê Tebaxê , Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS civînek awarte li Qamişlo girêda, ji bo kiryarên alîgir û çekdarên partiya Yekîtiya Dîmokrat PYD li dijî navend û hevalên ENKS, û bûyera revandina serokê ENKS Ibrahîm Biro û dûrxistina wî ji bo Herêma Kurdistana Iraqê.

Endamê Emîndariya Giştî Ebdulsemed Xelef Biro ji Yekîtî Media re ragihand, ku ENKS biryara derketina bi mangirtinan li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Sûriya standiye, li gel derxistina mangirtineke navendî li bajarê Qamişlo roja sêşemê 16ê Tebaxê demjimêr 6ê êvarî li ser kolana Hîzamê nêzîkî nivîsgeha partiya Yekîtî ya rojhilatî Qamişlo.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button