Break newsNûçeslide

Emar Hekîm: Serxwebûna Kurdistanê dê bibe Tsonamî

Yekîtî Media 16/7/2017

Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya desthilatdar Emar Hekîm, ku mezintirîn hevpeymaniya aliyên Şîeyên Iraqê ye dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê dibe sedem ku çend navçeyên din ên Iraqê daxwaza cudabûnê bikin. Besra jî yek ji wan dibe.”

Emar Hekîm di bersiva pirsa “Ma biryara referandûm û serxwebûnê yekalîker e, yan fişareke li ser Bexdayê ye?” got: “Serxwebûna Kurdistanê, dibe sedem ku xelkekî mezin yên navçeyên din ên Iraqê daxwaza cudabûnê bikin, navçe jî rûbirûyî Tsonamiya perçekirinê dibe.”

Lê ev daxuyaniyên Emar Hekîm ji aliyê Encûmena Bilind a Referandûmê ewqas kar veneda û biryar da ku dest bi guftûgoyan bikin û nêrîna xelkê Kurdistanê bigihînin welatên herêmê û cîhanê. Bo wê armancê jî şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Brûkselê kir, ku navendên girîng ên Ewropayê lê hene.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button