Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Emar Hekîm gefa derxistina xelkê Ereb bo kolanan li dijî Kurdistanê xwar

Yekîtî Media 9/7/2017

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn derbarê civîna duh ya 4 fraksiyonên Kurd ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan li Bexdayê aşkere dike, Emar Hekîm di civînê de encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê wek gef ji welatên navçê re binav kir û gefa derxistina xelkê Ereb bo kolanan li dijî Kurdistanê xwar.

Duh fraksiyonên YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî  li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya ya Şîeyan civiyabûn.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn ku yek beşdarên civînê bû got: “Axaftinên Emar Hekîm gef bûn li Herêma Kurdistanê û digot ku Iraq encamdana referandûmê qebûl nake û em nikarin kolanan kontrol bikin. Wateya wê jî ew e ku ewê kolanan li dijî Kurdistanê sor bikin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button