NûçeslideUncategorized

Emandariya giştî ya ENKS civata xwe li darxist

Yekiti Media

Emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja Pêncşemê 18-6-2020 li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal li darxist.

Di civatê danûstendinê ENKS li gel partiyên Yekîtîya Niştimanî û ragihandina daxuiyaniya gihiştina tekgihştineke sertayî hate gengeşe kirin.

Fêsel Yûsif endamê desteya serokatiya ENKS ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku civata wan bi erênî danûstendin nerxandin û tekezî li ser rêkeftina Dihokê weke bingeha danûstendinan kir.

Derbarê rewşa rikberiya Sûrî Yûsif diyar kir ku civata Emandariyê rola ENKS di yekrêziya rikberiyê de bilind nerxand bê ku li layê tu kesî bisekine û doz kir ku di vê helwestê de berdewam be.

Tê zanîn ku birya rojekê ENKS li gel partiyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurdî gihiştina tekgihştineke sertayî di konfiransekî rojnamevanî de ragihand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button