Break newsNûçeslide

Elûş: eger agirbest li tevahiya Sûriyê neyê cîbicîkirin em naçin gavên din

Yekîtî Media 23/1/2017

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê ya çekdar Mihemed Elûş di civîna Astanayê de tekezî li ser çareseriya siyasî dike û dibêje, heger agirbest li tevahiya Sûriyê neyê cibicîkirin, ew naçin gavên din.

Bi beşdariya aliyên şanda û opozisyona çekdar û rêjîma bi serperiştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê, herweha bi beşdariya fermî ji welatên Amerîka, Brîtaniya, Ferensa û Yekîtiya Ewrûpayê civînên Estanayê îro dest pê kir.

Di gotina xwe de ku 12 xulekan dirêj kir Serokê şanda opozîsyona Sûriyê ya çekdar Mihemed Elûş got, ew grûpên çekdar yên ku li ser lîsta tîrorê ne, herweha ew grûpên ku Îran anîne Sûriyê û şerê gelê Sûriyê dikin, ti cudahî di navbera wan de tune ye û divê şerê wan jî were kirin û hemû ji Sûriyê werin derxistin.

Herwiha Serokê şanda opozîsyonê amaje bi wê yekê kir ku, rewşa niha ew tê de ne, yek ji encamên bêdengiya civaka navnetewî ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button