Break newsHevpeyvînslide

Elîko: Pêşmergeyên Rojava wê Devera Aram birêve bibin

Endamê Emîndariya Giştî ya Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyê Fûad Elîko di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku, ”Devera Aram” wê ji rojavayê cemê Ferat heta sînorê herêma Efrînê be, bi drêjbûna 100 km û pehnbûna 50 km be.” 

Elîko got: ”Bi mercê ku ew dever ji aliyê Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyê û xelkên wê deverê were birêvebirin û ji aliyê leşkerî û ewlekariyê jî wê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, hin Ketîbeyên Tirkiman û Artêşa Azad dê wê deverê birîvebibin.” 

Navborî herwiha got: “Hevhatinek di navbera Tirkiyê û Amerîka de derbarê vê navçeyê de hatiya sazkirin, bi taybet piştî êrîşa li Pirsûsê ji aliyê DAIŞê û kuştina du polîsên Tirkiyê li ser destê PKK’ê li Serêkaniyê, wê demê Tirkiyê gefa derbasbûna bakurê Sûriyê bi tena serê xwe da.” 

Fûad Elîko amaje bi wê yekê jî kir, ku li wê devera ku dê bibe Devera Aram hejmarek mezin şêniya Kurdan heye ku dighê derdora 250 heta 300 hezar kesan û ew jî li bajarên Izaz, Cerablos, Bab, Menbic û Sifîrê ne û bi avakirina Devera Aram wê derfetek baş bê pêşiya wan bo vegera ser mal û milkên xwe. 

Têzanîn ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê hêzek leşkerî ye Kurdên ku ji leşkeriya rêjîma Baas li Sûriyê reviyabûn jî li xwe digre. Jiber nerazîbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ku niha Rojavayê Kurdistanê di bin navê Rêveberiya Xweser de birêve dibe, ew Pêşmerge nikarîbûn vegerin Rojavayê Kurdistanê bo beşdarî parastina Herêmên Kurdî bibin û niha ew şerê li dijî DAIŞê li Başûrê Kurdistanê li gelek eniyan dikin.

(Avestakurd)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button