Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ehmed Tirk bo Dadgeha Diyarbekirê hate birin

Yekîtî Media 23/1/2017

Hevserokê berê yê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Tirk ji Girtîgeha Elezîzê derbasî Dadgeha Diyarbekirê hat kirin. Ehmed Tirk di doza KCK’ê de bi awayekî serbest dihat darizandin. Rûniştina doza Tirk dê ji aliyê parlementerên HDP’ê ve were şopandin.

Hevserokê berê yê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Tirk, îro (23.01.2017) di demjimên sibehê de ji Elezîzê derbasî Diyarbekirê hat kirin. Ehmed Tirk ji ber doza KCK’ê ya 2009’an dihat darizandin. Îro jî ji bo rûniştina dozê dê li Diyarbekirê parastina xwe bike.

Rûniştina doza Tirk dê ji aliyê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Yildirim, Meral Daniş Beştaş û Nîmetullah Erdogmuş ve were şopandin. Piştî rûniştinê tê payîn ku parlementer daxuyaniyeke di derbarê rewşa dawîn de bidin.

Ehmed Tirk, di vê dozê de bi awayekî serbest dihat darizandin, lê di çarçoveya Biryarnameyên Bi Hukimê Zagonî de di 17’ê Mijdara 2016’an de ji kar hat dûrxistin û di 21’ê Mijdara 2016’an de bi tometa endamtiya Rêxistina çekdarî hatibû girtin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button