Break newsNûçeslide

Efrîn : Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê 18 sivîl şehîd bûn û 23 sivîl birîndar bûn

Yekîtî Media
Di encama topbaran û bombebarankirina artêşa Tirkiyê li ser Efrînê 18 sivîl şehîd bûn û 23 sivîl jî birîndar bûn, ku di nava wan zarok û jin jî hene.
Herweha ligor agahiyan di encama êrîşê de 40 ji leşkerên Tirkiyê û çekdarên Mertala Ferêt hatin kuştin û nêzîkî 300 leşker û çekdar jî birîndar bûn. Herwiha 2 tang û wesaitên veguhastina leşkeran û zirîpoşek ji cura (BMB) hatin şikandin.
Artêşa Tirkiyê gundê Xeraba Reş li Dêrikê û Til Helef û Serê Kaniyê jî topbaran kir.
Artêşa Tirkiyê roja 20ê vê mehê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê Operasyona Şaxa Zeytûnê ragihand û bi firokeyên şer û topxaneyan gundên Efrînê bombebaran û topbaran dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button