Break newsNûçeslide

Efrîn : di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de 18 kesên sivîl şehîd bûn

Yekîtî Media
Firokeyên Artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike, di encamê de ta niha 18 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 45 sivîlan jî birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ji şeva bûrî ve firokeyên şer yên artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike.
Li gor hejmara qurbaniyên ku Rewangehê belve kirine, ta niha 18 welatiyên sivîl şehîd bûne ku di nava wan 5 zarok hene. Her wiha zêdetir ji 45 welatiyên din jî birîndar bûne.
Herwiha Artêşa Tirkiyê mîlîşyayên çekdar ji aliyê riya Heleb Efrînê re jî ji taxa Eşrefiyê nêzîk bûne û bi giranî wê taxê topbaran û bombebaran dikin û hewl didin têkevin wê taxê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button