Break newsNûçeslide

Ebdulbaqî Yûsiv: divê hêzên Kurdistanî bi berpirsayetî li ber siyasetên PYD û dezgehên wê raweste

Yekîtî Media 8/12/2016

Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd û nûnerê partiyê li bajarê Silêmaniyê, Ebdulbaqî Yûsiv, kongireke rojnamevanî li hotêla Brêş li Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê girêda, bi amadebûna hejmarek ji dezgehên ragihandinê.

Yûsiv di wî kongirî de got, divê hêzên Kurdistanî bi berpirsayetî li pêşiya siyaset û kiryarên PYD û saziyên wê raweste, çimkî ku ew ketine warekî ziyanker ji miletê Kurd re û doza netewî.

Yûsiv di dawiya kongir de got: di dema ku partiyên ENKS tên qedexekirin û navendên wan tên girtin, partiya Baas civînek li navenda rewşenbîrî li Qamişlo lidarxist di bin parastina asayişa PYD de, herweha amaje bi axaftina Xelef Elmiftah kir ,serkirdeyê partiya Baas, ku di wê civînê de gotibû, hin pirsgirêk hene divê çareser bibin, û divê Heşdeke Cemawerî li parêzgeha Hesekê ava bibe, Yûsiv ku ev yek pir metirsîdar e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button