Break newsNûçeslide

Ebdilbasit Hemo: Îtîlaf ti carî qebûl nake Beşar Esed di desthilatê de bimîne

Yekîtî Media 13/8/2017

Cîgirê Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilbasit Hemo radigihîne, Îtîlaf ti carî qebûl nake Serokê Sûriyê Beşar Esed di desthilatê de bimîne.

Ebdilbasit Hemo li Stenbolê ragihand, li ser vexwandina Wezarta Derve ya Siûdiyê, Îtîlafê li Riyaza paytex civîneke girîng ligel Wezareta Derve ya Siûdiyê kir û behsa kongreya duyemîn ya Riyazê û pêşeroja opozîsyonê hatin kirin.

Hemo amaje bi wê jî kir, biryar e 15 vê mehê civîneke berfereh ji opozîsyona Sûriyê li Riyazê bi rê ve biçe û her du platform Qahîre û Moskoyê jî bo wê civînê hatine vexwandin.

Hemo got jî, ku hin peyam ji aliyê Siûdiyê ji Îtîlafê re hatin, wek hin guhartinên navdewletî li ser asta Sûriyê û civînên Cenevê hene û divê Îtîlaf amade be ji wan guhartinan re. herwiha amadekirina destûreke nû jî wê di rojevê de be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button