Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ebadî: Destê bi encamên hilbijartinan bilîze wê bê jêkirin

Yekîtî Media
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soz daye, ku destên wan aliyên biyanî bibire, ku dixwazin bi encamên hilbijartinên dahatî yên Perlemana Iraqê bilîzin.
Di dema bangeşeya hilbijartinan de li navçeya Hurrîye li Bexdayê, Heyder Ebadî got: “Ew destên biyanî yên ku dixwazin bi encamên hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bilîzin, wê bên jêkirin û em rê nadin wan aliyan ku me li çargoşeya yekem vegerînin”.
Daxuyaniyên Ebadî di demekê de ne, ku hejmarek ji lîst û aliyên siyasî yên beşdar di hilbijartinan de, dilgiran in û bitirs in ku di piroseya dengdanê de, saxtekarî bê kirin û bi encamên hilbijartinan bê lîstin û Hikûmeta Iraqê jî xemsariyê di wê yekê de bike.
Ew alî didin xuyakirin ku tirsa wan ji wê yekê heye, dezgehên dewletê ji bo xizmeta hin aliyên desthilatdar bêne bikaranîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button