Durûtiya siyaseta Amerîkayê

Arif Qurbanî

Tê behskirin ku piştî rêkevtina Cezayîrê, li ser wêya piştgiriya Kurdan nekiriye lomeyeke zêde ji Amerîkayê dihat kirin. Wezîrê derve yê Amerîkayê yê wê demê Henry Kissinger, bersiva wan rexneyên rûbirûyê wî hatine kirin daye û gotiye: “Kurdan nedikarîn berjewendiyên Amerîkayê biparêzin û ne jî dikarîn berjewendiyên Amerîkayê bixin metirsiyê.” Axaftina Kissinger wê rastiyê îspat dike ku siyaset li ser bingehê berjewendî ye, her ew jî çavkaniya wê wênekirina bo siyasetê ye ku dibêje: “Ne dostên heta ser û ne dijminê hetaserî hene.”
Eger ev lojîka wezîrê derve yê Amerîka yê wê demê li beramberî Kurdan bow ê serdemê rast bûbe û Amerîka bi wê fikrê nexşeya berjewendiyên xwe kişandibe, wê demê heq li ba Amerîkayê bûye, lomekirin û rexnekirina wî wextî ya Amerîkayê ne di cihê xwe de bûye. Lê eger em li ser heman bingehê rewşa niha ya navbera Kurd û Amerîkayê binirxînin, siyaseteke berevajî ya Amerîkayê tê dîtin û mirov dikare bibêje durûyî di siyaseta wan de tê xwiyakirin. Ji ber wêya Kurdan ne her niha, lê ji Cenga Kendavê ve li Iraqê berjewendiyên Amerîkayê parastine û ji Behara Erebî ve jî li Sûriyê Kurd bûne xala berjewendiyên Amerîkayê. Bo paşerojê jî di hevkêşe û milmilaneyên ligel Îranê de, Kurd take kart e ku Amerîka bikaribe berjewendiyên xwe pêve girêbide, lê niha hindik maye Amerîka careke din pişta xwe bide Kurdan.
Dema Amerîkayê biryara hatina nav Iraqê da, Tirkiyeya hevpeymanê wê deriyên xwe li ber girtin, Kurdistanê ew valahî bo Amerîkayê tejî kir û heta rûxana Sedam, cografya, xelk û hêzên siyasî yên Kurd di xizmeta hêza Amerîkayê de bûn. Dema hat Iraqê jî û berpirsyariya xwe wek “dagîrkerekî” ragihand, herdu pêkhateyên serekî yên Iraqê (Sune û Şîe) dijminê Amerîkayê bûn, Sune ji aliyê Amerîkayê ve ji desthilatê hatibûn dûrxistin û meyla Şîeyan jî li ser Komara Îslamî ya Îranê bû, li vê derê jî Kurdan berê xwe dan Bexdayê û bûn parêzerê berjewendiyên Amerîkayê û ew hevkêşe li Bexdayê di berjewendiya Amerîkayê de ragirt.
Piştî 14 sal û hejmarek pêşhat û guhertinên zêde li Iraqê, niha jî Sune û Şîe, Amerîkayê wek dijminê xwe dibînin. Ligel wê hemû guşara ku li navçeyê li ser Kurdan heye, hê jî Kurdistan xwe di eniya Amerîkayê de dibîne. Ji serhildana Behara Erebî û bûyerên Sûriyê ve, ti rêyeke Amerîkayê nebû ku wek hincet bikar bîne û xwe bixe nav kêşeyên Sûriyê û bibe beşek ji milmilaneyan û bi wê rêyê jî hevkêşeyên xwe ligel Îran û Rûsyayê di berjewendiya xwe de bibe pêş. Hêzên Kurdî li Sûriyê ligel wêya ku xwe ligel hêzên herêmayetî û navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê guncandibû, li ser zemînê jî navçeyeke zêde ya Kurdistanê ketibû destê wan û bingeha corekî xwebirêvebirinê danîbûn daku paşeroja Kurdan parastî be. Amerîkayê hêzên Kurdî û cografyaya wan kire xala berjewendiyên xwe, bi vêna jî ketin nav eniyeke din a milmilaneyê û di dawî de niha hindik maye Amerîka wan bike xwarina guran.
Eger li gor wê nirxandina Kissinger a bo pêgeha Kurdan em berê xwe bidin helwêsta Amerîkayê, niha mafê Kurdan heye lomeyan ji Amerîkayê bikin ku Kurdan neku tenê berjewendiyên Amerîkayê parastine, lê Kurdan berjewendî bo Amerîkayê berdest kirine, lê dema metirsî kete ser Kurdan, Amerîkayê neku tenê pişta xwe daye Kurdan, lê guman heye Amerîka bi xwe dînamoya çêkirina metirsiyan be jî. Wek wêya şeş meh berê li Kerkûk û Xurmatû qewimî û tişta niha li Efrînê heye.
Herwiha rewşeke din jî heye ku corek ji durûyiya siyaseta Amerîkayê pêşan dide, ew jî siyaseta Amerîkayê ye ji Amerîkayê bo vê navçeyê û xistina pratîkê ya siyaseta Amerîkayê ye li vê navçeyê, ku ne tenê ji hev cuda ne, lê bi tevahî berevajiya hev in. Tu berê xwe didî biryar û daxwiyaniyên Koşka Spî û rengdana wan biryar û daxwiyaniyên nûnerên Amerîkayê li vê navçeyê dibînî du tiştên ji hev cuda ne. Evna jî hewqasî din durûyiya Amerîkayê pêşan dide.
Ev siyaseta Amerîkayê ji destpêka çêkirina Heşda Şabî ve hest pê hat kirin, li Amerîkayê dijî pêkanîna milîşiyayekî tayîfî-olî bûn, li nav Iraqê hevkarê wan bûn. Ji Koşka Spî digotin çênabe Heşda Şabî beşdarî şerê navçeyên Suneyan bibe, li Iraqê firokeyên Amerîkayê ji esman ve bo çûna Heşda Şabî navçeyên wan paqij dikirin. Digotin çênabe ji xeynî artêşa Iraqê çek di destê kesî de hebe, tankên Abrams ên Amerîkayê di destê Heşda Şabî de bûn û ji vî bajarî diçûn bajarekî din.
Amerîkayê ji Pentagonê bi behayê sedan milyon dolar çek bo şervanên Rojavayê Kurdistanê şandine û rêzê li jîrî û fedakariya wan a di şerê DAIŞê de digre û tekez dike ku “Kurd li navçeyê hevbeşekî me yê girîng in.” Lê Tillersonê wezîrê derve dema tê Tirkiyê, di odeyên tarîk de lempeya kesk bo Erdogan pêdixe daku Kurdan li Efrînê bikom bikuje. Trump cara duyem e daxwaza pêkanîna hevpeymaniyeke navdewletî li Rojhilata Navîn dijî Îranê dike, lê li vê derê nûnerê wî yê bo şerê DAIŞê (McGurk) hevkariya serkeftina Îranê dike bo pêkanîna hevpeymaniyeke herêmayetî li Rojhilata Navîn. Li Amerîkayê biryar li ser wê yekê tê dayîn ku rê li çalakiyên Artêşa Pasdaran ên derveyî sînorên Îranê bê girtin, lê balyozê wan ê Iraqê (Douglas Silliman) rê dide hatina Artêşa Pasdaran daku Kerkûkê kontrol bikin.
Di ragihandina stratejiya nû ya Amerîkayê de bo lêdana şiyana aborî ya Îranê, Wezareta Xezînê ya Amerîkayê çendîn tedbîrên tundkirina ambargoya aborî bo ser Îranê wergirtine, lê balyozê wan ê Bexdayê û nûnerê wî bo şerê DAIŞê, li vê derê Kerkûka xezîneya petrolê pêşkêşî Îranê dike. Li Koşka Spî çendîn kompanya û bankeyên Îranî dikevin lîsteya reş ku tê gumankirin nêzîkê Artêşa Pasdaran bin, li Iraqê nûnerên Koşka Spî li pişt vekirina wan deriyan e daku kompanyayên Artêşa Pasdaran bên Iraqê û ew bi xwe rol di avakirina navçeyên zerarmend ên şerê DAIŞê de bibînin.
Ew rewşên han wê yekê ji me re dibêjin; Amerîka li vê navçeyê an bi awayekî durûyî siyasetê ligel dostên xwe dike, yan beşek ji nûnerên Amerîkayê yên li vê navçeyê berevajiya siyaseta welatê xwe ne û berçavê Amerîkayê lêl kirine daku rastiyan nebîne. Bi taybetî ew buyer û pêşhatên girêdayî Kurdan bi awayekî zelal hest bi wê cudahiyê tê kirin, vê jî rewşek xuliqandiye ku Kurd gumanê ji helwêsta Amerîkayê ya beramber wê metirsî û gefên li ser xwe bikin. Loma bo Kurdan bê çiqasî girîng e helwêsta Amerîkayê ya beramberî xwe baş bizane, hewqasî jî bo baweriya bi Amerîkayê girîng e wî wêneyê heyî ji ser xwe bavêje. Ka em bizanin piştî dûrxistina wezîrê derve, çarenivîsa nûnerên wan li vê navçeyê, çi lê tê.

You might also like

Comments are closed.