NûçeslideUncategorized

Du sal li ser revandin û binçavkirina Fûad Ibrahîm derbas dibe

Yekiti Media

Bi hatina roja Yekşemê 24-3-2019 du sal li ser revandina çalakvan û endamên xwecihiya Dêrikê ya Encumana niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fûad Ibrahîm derbas dibe.

Fûad Ibrahîm ku ji welatiyê bajarê Dêrikê ye û weke nûnerê ciwanan tevlî ENKS bibû di 24-3-2017 di navbera gundên Mameşûr û Şeker Xaçî ji hêla Esayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD hatibû revandin.

Li reweşa wî piştî du salan ji revandinê malbata wî ji alavên ragihandinê re diyar kirin ku ta vê gavê çarenivîsa wî ne diyare.

Heman malbatê balkişandin ku wan serdana gelek aliyên ewlehî û sivîl di rêveberiya PYD de kirine lê tevaya wan tu agahî radestî wan ne kir û li revandina wî xwedî derne ketin.

Tê zanîn ku hejmarek çalakvan û endamên partiyên ENKS ji demeke dirêj ve ji hêla ewlekariya PYD hatibûn revandin û ta vê gavê çarenivîsa wan ne diyare.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button