Break newsNûçeslide

Du pîlotên Rûsî di encama xistina helîkoptereke Rêjîmê hatin kuştin

Yekîtî Media 9/7/2016

Wezareta bervaniyê ya Rûsî îro ragihand ku du pîlotê wê hatin kuştin piştî ketina helîkoptera Sûrî ya ku ew têde bûn nêzîkî bajarê Tedmirê doh înê di encama êrîşeke rêxistina Daiş ê de.

Ji aliyekî din ve rêxistina Daiş li gundewarê bajarê Homs ragihand ku wan balafireke Rûsî rûxandin.

li gor çalakavanan balafireke Rûsî li rojhilatê Imbarên Tedmur hate rûxandin di dema ku Daiş êrîşî wê deverê kir û 3 rêbend ji bin destê hêzên rêjîma Sûrî desteser kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button