Break newsRaportslide

Diyardeya parsbûnê li bajarê Qamişlo pir dibe

Yekîtî Media 30/5/2017

Di mehên dawî de diyardeya parsbûnê li kolan û bazara bajarê Qamişlo pir bûye , bi taybet di nav nifşê zarokan de, ku sedema serekî ew e têkçûna rewşa aborî û pirbûna hejmara kesên ku ji parêzgehên dîtir penaberî rojavayê Kurdistanê bûne.

Nûçegihanê Yekîtî Media di gerekê de li nava bajêr tekezkir, ku piraniya wan kesên ku parsbûnê dikin li kolanên Qamişlo ew ji nifşên zarokan e, temen di navbera ji 7 ta 14 salî.

Bazirganekî bazara Qamişlo ji Yekîtî Media re ragihand, ku piraniya wan zarokan yên penaberan e û hin ji wan qereçiyên deverê ne, û hin ji wan dizya me jî dikin, û gelek caran me ew radestî asayişê kirine, lê ev diyarde roj bi roj pir dibe bêyî ku tu kes çareseriyekê jêre bibîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button