Gotar

DIVÊ RÊXISTIN Û KURDPERWER JI HER DEMÊ ZÊDETIR ŞIYAR BIN Û BI BERPIRSIYARÎ TEV BIGERIN. LI DIJÎ PLANÊN PKK/PYD HIŞYAR BIN…

Îbrahîm GUÇLU

Li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke gelek xeter de ye.

Ev rewşa bi xwe bi xwe çê nebû. Encama siyaseta PKK/PYDê ya ne kurdî û Kurdistanî çebû. Sîstema wan ya totalîter û hevalbendiya Rejîms Baaasê çêbû.

Ez dikarim bibêjim ku Berpirsiyariya rewşa dramatîk ya li Rojavayê Kurdistanê bes ne Dewleta Tirk û Sûriyeyê ye.

Di heman dem de berpisiyar PKK/PYDê ye jî.

Lewra PKK/PYDê ne ji bona berjewendiya neteweya kurd û federasyona Kurdistanê; ji bona Rejîma Baasê, Îranê, Rûsyayê Şerê Wekaletê meşand.

PKK/PYDê, siyaset û projeya Xiyanetê ya 27ê Sibatê ya 2925an a Ocalanê xarziyê Tirkan û xûlamê Dewleta Tirk.

Loma Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê dema îro Dewleta Tirk û Sûriyeyê protesto û rûreş bikin; divê berpirsiyariya PKK/PYDê jî di gotarên devkî û niviskî de bê diyar kirin.

Heger wusa nebe rêxistinên Kurdistanê û Kurdperwer dê bibin dûvikên PKK/PYDê û dê bibin kerî.

PKK, ji bona Şerekî bê encam provokasyon dike. Divê kurdpwrwer û rêxistinên Kurdistanê li dijî vê provokasyonê jî derkeve.

Li dijî şer be.

PKKê çekdarên xwe û milîsên Îranê û Haşdî Şabiya Terorîst derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

Ev yêke jî, ji bona ku Dewleta Tirk bi hêsanî destwerdan û opetasyonê li Rojavayê Kurdistanê çê bike, derfet çê dike.

Emerîka û Îsraîlê zêdetir ji Kurfan dûr dixe.

Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê li dijî vê provokasyonê jî derjevin.

PKK/PYDê bi provokasyonên xwe dixwaze Dewleta Herêma Federe ya Kurdistanê jî bixe nav planên xwe yên wirêj.

Divê kurdperwer, rêxistinên Kurdistanê li hemberî vê provokasyonê û plaba xeter jî jî hişyar bin.

Diyarbekîr, 25. 01. 2026

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button