Gotar

Dirinde û kelex

Adilê Evdile

Ji berê de pêşiyên kurdan gotine: Diz û xudanê malê bûne hevpişk, Ga di kulekê re derxistin, eve rewşa welatê me Sûrî, û serokê ne rewa, tevlî palpiştên wî, dema eşkere digotin: Yan wê ji me re bimîne, û yan emê terr û hişk bi şewitînin, û tune bikin, bi van dirûşman ajotin, û hîna berdewamin. hemî dergeh û sînor vekirin ji talanker, diz û keleşan re, yên dûr û yên hawîrdor, êrîş berdane xaka sûrî, mîna kelexekî mirî, û bê xwedî, her dirindeyekî êrîşên xwe berdanê, gewad û bê şeref ji wan re bûne şopçî û rêzan. -Urus hatin rexê Derya spî dager kirin, paşê asiman û xak jî dane ber xwe, bi mebesta ku rijêmê ew niyaz kirine û anîne, bi girêbest û peyman. -Eyran derbas bûn, bi mebesta ku dostê rijêmê ne, û peyman di navbera wan de hatin bestin, ji bona parastina xaka Sûrî. -Tirk hatin bi egera ku gelên sûrî yên Sine ew daxwaz kirine, ji bona parastin û berevaniyê, û gotin: Ji erk û mafên me ye em sînorê xwe bi parêzin. -Emerîkan hatin, bi mebesta şerê Daişê, û berjewendiyên xwe bi parêzin, di rojhilata navîn de. -Israîl dewleta ku darkê her hewdelê ye, di nav hemî tirşik û tevdanan de ye, pîlanên wan di pişt perde û dibin masan de ne, hingî agir sist dibe ku vemre, ew gurr û geş dikin. -Grûp û rêolên şî,e ji her çar dorên dinya yê êrîş berdane xaka Sûrî, bi mebesta alîkariya rijêma Elewî, bêhtir ji pêncî grub û rêxistin tevlî şer bûn, di serî de partiya Xuda ya Libnan ê. Ta vê rojê tu sînaryo berçav ne hatine ser mase yên dan û standinê, gelê Sûrî gêj û mest maye, li çol û bêlanan winda bûne, yên ku li welat jî mane di bin simê hespên şervanan de, nale-nala wa ye, bê hîvîne, ji çareyan, dergeh û sînor li ber wan hatine dadan.

 

Rojnameya Yekîtî 275

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button