NûçeslideUncategorized

Dîmuqratî Kurdistan Îran kongirê Yekîtî Kurdistanî pîroz kir

Yekiti Media

Şandek ji partî Dîmuqratî Kurdistan Îran serdana nivîsgeha partiya Yekîtî Kudistanî – Sûriya li Hewlêra paytext roja Sêşemê kir.

Şanda Dîmuqratî Kurdistan Îran ji serkirdeyên partiyê Xalid Wenûşe û Amanc Zîbarî û Hesen Melak pêkdihat û ji hêla her yek ji Ibrahîm Biro û Newaf Reşîd serkirdeyên Yekîtî Kurdistanî hatin pêşwazî kirin.

Di wê serdanê Şand Dîmuqratî Kurdistan Îran serkeftin kongirê Heştemîn li serkirdeyên Yekîtî Kurdistanî pîroz kir, û herdû aliyan pêşhatên dawî li ser asta Navdewletî û Herêmî û Kurdistanî genkeşe kirin.

Tê zanîn ku partiya Yekîtî Kudistanî – Sûriya di 21-22-12-2018 li bajarê Qamişlo kongirê xwe yê Heştemîn li darxist.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button