Break newsNûçeslide

Digel girtina nivîsgehan ENKSê civîna xwe li Qamişlo girêda

Yekîtî Media 18/3/2017

Piştî girtina nivîsgehên û baregehên ENKSê û yên partiyan ji rex asayişa PYDê ve, doh înê 17ê Adarê, ENKSê civîna xwe li bajarê Qamişlo lidarxist.

Di civînê de gelek xal hatin gengeşekirin, cîgira serokê ENKSê Fesla Yûsif di kongirê rojnamevanî de ragihand, ku ENKSê dê nameyekê jibo hevpeyman niştimanî ya rikber rêke jibo çespandina mafên miletê Kurd li Sûriyê.

Fesla Yûsif ragihand ku civîna ENKSê bi tundî kiryarên PYDê û girtina nivîsgehan şermezarkir, û got ENKSê dê her berdewam be di xebata xwe de jibo miletê Kurd û doza wî ya netewî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button