Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Di teqînên Şamê de 40 kes hatin kuştin

Yekîtî Media 11/3/2017

Ajansa “SANA” ya fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kir, ku du teqîn li navçeya Bab El-Sexîr li başûrê Şamê rû dan, di wan herdu teqînan de 33 kes hatine kuştin.

Wezareta Derve ya Iraqê  di daxuyanyekê de ku li ser hejmara xwe ya “Twitter” belav kir û da zanîn ku, Wezarta Derve di riya Balyozxaneya Iraqê ya li Sûriyê dûvçûnê di wan herdu teqînan de dike, ku wê karê teroristî geştiyarên Iraqî yên serdana mezargehên pîroz li navçeya Bab El-Sexîr kirine armanckirin.

Li gor Wezareta  Derve, di wan herdu teqînan de û li gor amarên destpêkê derdora 40 welatiyên Iraqî hatine kuştin, herweha bêtir ji 120 kesên din jî birîndar bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button