Break newsRaportslide

Di rojeke wek îro de sala 2002an seydayê mezin ‘Tîrêj’ koça dawî kir

Yekîtî Media 23/3/2017

Di rojeke wek îro de, 23ê Adara sala 2002 an seydayê mezin Tîrêj koça dawî li bajarê Hisîça yê Kurdistana Sûriyê kir.

Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha Hesîçê gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye.

Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Qur’anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.

Ew, di sala 1937´an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye.

Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokên têkoşînek ramyarî jî meşandiye.

Di sala 1952’an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.

Di roja şemiya 23’ê adara 2002’an de, demjimêr heştê êvarî li nexwêşxaneya Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hisîçe li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Xwedê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button