NûçeslideUncategorized

di rojekê de Çar teqînan li Hesekê û Qamişlo rûdan

Yekiti Media

Di encama Çar teqîna de li parêzgeha Hesekê roja Pêncşemê 11-7-2019 zêdî 10 kesan birîndar ketin.

Sibeha roja Pêncşemê Sê teqîna li bajarê hesekê rûdan û di encamê de Sê kes birîndar ketin li gor çalakvanên  bajarê Hesekê yê ku diyar kirin  ku hersî teqîn di riya Motosîklên bumbekirî encamdan.

Heman çalakvanan diyar kirin ku yek ji wan teqînan rêbendeke hêzên Sotoro di navbera taxa Kilasê û Tilhecer armanckir.

Di heman rojê de li hinber dêra Elseyda Elezraa li bajarê Qamişlo otombîlek bumbekirî teqiya û di encamê de 8 kes birîndar ketin.

Peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdiya balkişand ku tevayia birîndaran ji bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin û rewşa teva arame lê teqînê ziyaneke mezin gihand dêrê û malên derdora wê.

Tê zanîn ku ev demeke dirêje teqînên bi vî şêweyî li parêzgeha Hesekê rû ne dane, û ta vê gavê tu aliyê ev teqîn li xwe negirtine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button