Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Di roja diwem ya Asîtana 5 şanda rêjîmê ligel Dîmistora civiya

Yekîtî Media 5/7/2017

Şanda rêjîma Sûrî bi serokatiya Beşar Ceferî, îro çarşemê, ligel şanderê navnetewî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dîmistora civiya.

Herweha şanda rêjîmê bi serokatiya Ceferî , doh sêşemê, du civîn girêdabûn ligel şanda Rûsî û ligel şanda Îranî.

Herweha dewletên garantor , Rûsya û Tirkiyê û Îran, roja sêşemê civînek li ser asta pisporan girêdan ji bo behskirina xêz û neqşên deverên aram li Sûriyê.

Tê zanîn ku civînên Asîtana 5 roja sêşemê destpê bû, bi serperiştiya , Rûsya û Tirkiyê û Îran, ji bo destnîşankirina mîkanîzm û sînorên deverên aram , herweha behskirina doseya girtiyan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button