Break newsNûçeslide

Di navbera Tirkiyê û Efrînê de deriyekî sînorî tê vekirin

Yekîtî Media
Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarê Efrînê Dr.Ehmed Silêman got li navenda Efrînê nexweşxaneyek û 3 dermanxane 24 seatan vekirine. Herwiha çavkaniyekê ji Efrînê ragihand ku amadekariyên vekirina deriyekî sînorî bi Tirkiyê re tê kirin.
Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarê Efrînê Dr.Ehmed Silêman ragihand ku nexweşxaneya Dêrsim niha 24 demjimêran vekirî ye û 3 dermanxane jî li nav bajêr vekirîne.
Nexweşxaneyek û 3 dermanxane li bajarê Efrînê hatine vekirin û amadekariyên vekirina deriyekî sînorî bi Tirkiyê re tê kirin.
Serokê Encûmena Xwecihî ev yek jî anî ziman ku niha her dû saziyên Xaça Sor û Heyva Sor alîkariyê ji xelkê re pêşkêş dikin, li gor ew dibêje nêzîkî %60 xelkê Efrînê vegeriyane, û nêzîkî %15 dukanan jî hatine vekirin.
herweha amadekarî ji bo vekirian deriyekî sînorî li gundê Hemamê yê girêdayê Cindirêsê bi Tirkiyê re têne kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button