Break newsNûçeslide

Di kemîneke Pêşmergên Roj de 17 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Yekîtî Media 12/7/2017

Li devera Rebîe, 17 çekdarên DAIŞê ketin kemîneke hêza Pêşmergên Roj de, di encamê de tevahiya wan çekdaran hatin kuştin.

şeva borî hejmarek ji çekdarên DAIŞê xwastin çend kiryarên teroristî li sînorê Rebîe û Tileferê bikin, lê zanyariyên hewlgîriyê gihêştin destê Pêşmerge û hêza Leşkerê Roj a Zêravanî û hêzên Parastina Şingalê, ji ber wê çekdarên DAIŞê ketin kemîna Pêşmergeyên Roj û parastina Şingalê û tevahiya çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

hejmara çekdarên DAIŞê 17 çekdar bûn û bi otombîlekê xwastin êrîşa Pêşmerge bikin, piştî şerekî giran 17 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button