NûçeslideUncategorized

Di encama teqînekê de Sê zarok li Tirbesipiyê pakrewan ketin

Yekiti Media

Sê zarokan li bajarê Tirbesipiyê di encama teqîna otombîleke bumbekirî roja Çarşemê 7-8-2019 pakrewan ketin.

Peyamnêrê malpera Yekîtî Mediya diyar kir otombîleke bumbekirî li hinber dezgeha Postê û nêzî navenda Ciwanên Şoreşger yên bi ser partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD ve teqiya û di encamê de Sê zarokan pakrewan ketin.

Peyamnêrê me balkişand ku teqîn pir mezin bû û ziyaneke mezin gihand wê deverê lê ew dever çûn û hatina wê kême ji ber wê qurbaniyê teqînê Sê zarok bi tenê bûn.

Tê zanîn ku di dema dawî de teqîn li parêzgeha Hesekê berdewamin û ji ber wan teqînan nearamî li seranserî parêzgehê pêdabûye û metirsî di nav welatî û neşteciyên parêzgehê belavbûye bi taybet di vê demê de ku welatî amadkariyên Cejna Qurbanê dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button