Break newsNûçeslide

Di encama 2 teqînan de 5 welatî li gundewarê Qamişlo jiyana xwe ji dest dan

Yekîtî Media 23/1/2017

Roja doh yekşemê 22ê çile, 5 welatiyan li gundên derdora bajarokê Til Hemîs li gundewarê Qamişlo jiyana xwe ji dest dan, bi encama 2 teqînên cuda.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Tirbe Sipiyê ragihand , ku bombeyeke çandî ji paşmayên rêxistina Daişê bi turumpêla malbata Ebdî de teqiya li ser riya gundê Umerî li gundewarê Til Hemîs, û di encama de her sê welatiyên bi navê ( Neîma Ibrahîm – Heyat Mihemed Ebdî – Hisên Elî Ebdî ) jiyana xwe ji dest dan û sê zarokên din jî birîndar bûn.

Herweha butleke teqîner bi motorekî de teqiya li ser riya Gundê Mercan 18 Km rojhilatî bajarokê Til Hemîs, û di encamê de her du welatî ( Ziyad Selman EL-Hesen – Kawa Arif EL-Hesen ) jiyana xwe ji dest dan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button