Break newsNûçeslide

Di bîranîna komkujiya Amûdê de ENKS ê banga xwepêşindanê kir

Yekîtî Media 26/6/2016

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya Encûman Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS ê) bi armanca şermezarkirina kumkujiya bajarê Amûdê banga xwepêşandankê kir.

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê bi armanca şermezarkirina kumkujiya Amûdê daxwaz ji xelkê wî bajarî kirin ku, sibe saet 6 êvarî derkevin xwepêşindanê ji pêşiya şêranîgeha Alan li sûkê.

Li gor daxuyaniya xwecihiya Amûdê ku derbarê vê yekê de belav bûye, ew xwepêşandanê dê ber bi goristana şehîdan li bajarê Amûdê ve bimeşe.

Tê zanîn ku di 27ê sala 2013an û di dema xwepêşandanekê lidijî kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ve birêve diçû Asayîşa PYD ê êrîş birin ser xwepêşandanê, di encam de 6 kes şehîd bûn û bi dehan birîndar ketin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button