Break newsNûçeslide

Di 3 rojan de 150 Hezar kes ji Efrînê ji ber şer koçber bûne

Yekîtî Media
Rêkxerê mirovî yê Netewên Yekgirtî Elî Ze’iterî, ji rojnameya The Guardian re ragihand, ku rewşa mirovî ya bajarê Efrînê bi sedema êrîşên Tirkiyê, di astekî gelekî xirab de ye û niha bi hezaran kes ji wî bajarî mişext dibin û xwe li navçeyên di bin destê Hikûmeta Sûryê de digrin.
Herwiha Elî Ze’iterî eşkere kir, ku bi sedema dorpêça hêzên artêşa Tirkiyê, biçûktirîn pêdiviyên mirovî li najar bidest nakeve.
Herwiha wê rojnameyê diyar kir, ku ew mişextên berê xwe dabûn navçeyên di bin desthilata Hikûmeta Sûryê de, tên eşkencedan û niha ew poşman bûne ku mişextî wan navçeyan bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button