NûçeslideUncategorized

Desthilata Îranê girtiyekî siyasî Kurd bi darvekir

Yekiti Media

Desthilata Îranî girtiyê Kurd Mistefa Selîmî ku temenê wî 51 sala bi darvekir.

Selîmî ku 17 sal ji temenê xwe di zindanên rêjîma Îranî de derbaskiribû ji zindanê reviya bû û derbasî herêma Kurdistana Iraqê bibû, lê herêmê ew radestî hêzên ewlkariya Îranî kir.

Ji hêla xwe ve herîma Kurdistana Iraqê ragihand ku tu agahî derbarê radest kirina Selîmî ji rêjîma Îranî re li cem wan tune ye.

Dr Cotyar Adil berdevkê fermî yê serokatiya herêma Kurdistana Iraqê di daxuyaniyekê de got eger radest kirin Selîmî rast be tu agahî li cem hikûmeta herêmê tune ye.

Adil ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê komîta vekolînê damezrandiye da ku vekolînê di vê bûyerê de bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button