NûçeslideUncategorized

Desteya serokatiya ENKS li gel Wilyam Robak civiy

Yekiti Media

Desteya serokatiya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja Duşemê 10-2-2020 li bargeheke Emrîkî li şêwirdarê Hevpeymana Navdewletî li Sûriyê Wilyam Robak û nûnera wezareta karê derve ya Emerîka Zehra Bêl civiya.

Silêman Oso endamê desteya serokatiya ENKS ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku wan li gel herdû berpirsên pile bilind hijmarek mijar gengeşekirin.

Oso di dzxuyaniya xwe de ji malpera me re diyar kir ku wan behse vegera penaberên Serkaniyê û Girê Sipî kir û wan doz li herdû berpirsan kir ku bi xurtî li gel wan kar bikin da ku piaber vegerin ser mal û milk û samanên xwe.

Endamê desteya serokatiya ENKS eşkere kir ku serdana şanda Rêveberiya Xweser ji bo Şama paytext hate gengeşekirin ji bilî ewayên evakirina baweriyê di navbera ENKS û TEV-DEMê de û ger wiha rewşa siyasî ya girêdayî tevaya Sûriyê.

Tê zanîn ku desteya serokatiya ENKS ji Fêsel Yûsif, Silêman Oso, Mihemed Ismaîl, Fesla Yûsif, Nimet Dawûd pêkdihat.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button