Gotar

Destekên Tirkan

Dema Tirkan ji asya navîn berê xwe dane welatê kurdan, ji berya /1000/ salî, wê demê bibûne bisilman, dema ku Ereban welatê wan da girkirkirbûn , lê dema hozên Tirkan berê xwe dane kurdistanê, kurdêm misilman pêşwaziya birayên xwe yên misilman kirin, di bin navên yek oliê de, û di şerê Melezgirê de / 1071 / ê de hoza Hesinan ya / Heqan fîdan / ji wan tirkan re bûn artêş , destek û palpişt, ta weku vê rojê , û Tirk mane desthelat û kurd mane xulam.
Îro dewlet û xaka welatê Sûrî, sifreyeke girîng û buha ye, beşek ji welatê kurdan jî di navde , Tirken ku dagirkiribû, dîsa Li dora wê sifra xwarinê, çindirkan didin , û di xwazin bi her away, ev sifra têr û zengin, ji dest wan neçe , çek û pilanên wan ji dîsa kurdin, ku xwe kirine tajiyê nêçîrê . di bin navên cûr becûrde, weke biratiya misilmanen , biratiya gelan, koyo çî û h.dî, lê me ne dît û ne bi hîstiye ku wê biratiyê bi xwere, tu berhem anîne , ji bilî têkçûn , malwêrankirin û dagirkirina welat û xaka kurdan pêve.
Bi heman bihaneyê, îro Tirkan daye ber çavên xwe, welatê sûrî tevlî kurdistana rojava ,dagir bikin, û hin ji armancên xwe bidest xistine , dîsa bi heman bihanan, û vê carê hevsînorî lê zêde kirine, dîsa ew kurd û erebên çete, xu danê rihên genî, ku ji Tirkan re bûne pir û destek , çinku Kurdistan û welatê sûrî pariyekî bi tewaşe.
Tirk nema di Karin berê xwe bidin welatên rojavayê Ewrupa, weke zemanên berê , îro ewrupa xurte, bi hêze, li bakur jî Urus wê stukura wan bişkinin , kî ma ku Tirk wan dabelînin, tevlî hestiyan , Erebên bê mejî û kurdên tajî, ku xwe hiltavêjin, hilpirkiyê dikin, li ber dahola Tirkan, beşekî mezin ji sê parçên Kurdistan, dagir kiriye ji bal Tirkan ve, sed mixabin bi palpiştî û alikariya kurdên destek , lê dek û pîlanên Tirkan bê rawestanin ,ku derfetê nedin kurdan, ta rizgarbibin, û her û her bi mînin di bin simên hespên wan de.
Adilê Evdille.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button