Break newsNûçeslide

Derbarî êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ENKSê daxuyanî da

Yekîtî Media
Derbarî êrîşa artêşa Tirkiyê û girûpên artêşa niştimanî ya girêdayî rikberiya Sûriyê li ser Efrînê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyanî belavkir têde ev êrîş bi tundî şermezarkir û got ku Tirkiyê kesên sivîl û bajar û gundan dide ber topan.
ENKSê herweha helwesta kwalisyona Sûrî ya rikber bi helwesta pîs bi navkir û doz lêkir ku li helwesta xwe vegere çiku ev êrîş wê bandorê li rewşa aştiya civakî bike.
Di beşekî din ji daxuyaniyê ENKSê tekezî li ser yekrêziya Kurdî kir û PYD rexne kir ku divê girtiyên siyasî serbest berde û ji dev take biryardanê berde, ENKSê anî ziman ku baştirîn çareserî ew e ku li rêkeftina Dihokê vegerin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button