NûçeslideUncategorized

derbarê destpêşxêriya KNK partiya Yekîtî Kurdistanî daxuyaniyek belavkir

Yekiti Media

Derbarê destpêşxêriya Kongiriê Niştimanî Kurdistanî KNK ji bo nêzîk kirina tevgera siyasî Kurdî li Sûriyê û daxuyaniya komîta kar û barê partiyan di Rêveberiya Xweser derbarê heman mijarê partiya Yekîtî Kurdistanî daxuyaniyek belavkir ku PYD ew destpêşxêrî beravîtî kir .

Di daxuyaniyê di hat ku partiya Yekîtî Kurdistanî hewlda ku nivîsgeha xwe ya desteser kirî ji hêla PYD li Qamişlo ji dest wan bigire lê hewildana wê têkçû û berpirsên PYD ku di nivîsgehê de bi cih bibûn daxwaza wan redkirin.

Di heman daxuyaniya partiya Yekîtî Kurdistanî de hat ku PYD dixwaze raya giştî bixabîne û tu bingehên rastiyê di destpêşxêriyê de ne diyare.

Yekîtî Kurdistanî ku endamên wê serdana berpirsên PYD kirin û doz li wan kirin ku nivîsgeha wan li wan vegerînin lê daxwaza wan hat redkirin û wan berpirsan dan xuyanî ku wan bi tu destpêşxêriya agahdar ne bûne.

Yekîtî Kurdistanî kiryarê endamên PYD ku di nivîsgehê wan de bi cih bibûn şermezar kir û PYD weke berpires di ber têkçûna destpêşxêriyê navdewletî ji bo pêdakirina çareyeke siyasî li Sûriyê û deverên Kurdî bi navkir.

Tê zanîn ku di Avdara 2017 de esayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD nivîsgehên ENKS û partiyên wê bi merama ne wergirtina rêdanan girtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button