Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Demîrtaş: piştî Cejna Qurbanê dê wek şandek serdana Herêma Kurdistanê bike û bo yekrêziya Kurdan hevdîtinan pêkbînin

Yekîtî Media 8/9/2016

Hevserokê HDP’ê dide xuyakirin, Rûsya li Sûriyê hê zêdetir piştevaniya hikûmeta Beşar Esed dike û xwast pêwendiyên xwe bi Kurdan re derxin asta stratejîk.

Hevserokê HDP’ê Selahetîn Demîrtaş bo malpera “Sputnik” ya Rûsyayê axivî û da xuyakirin, Tirkiye ji ber dijbertiya Kurdan ketiye Cerablusê û dixwaze rêxistinên cîhadîst ku ber mirinê ne, zindî bike.

Demîrtaş da xuyakirin, heger Sûriye bibe dewleteke federal, yek ji wan jî federaliya Kurdan e û divê hêzên mezin jî çareseriyê asan bikin.

Demîrtaş xwast, divê Kurd di warê siyasî, dîplomasî û leşkerî de hevpar û hemaheng bin û heger Kurd xwe bigihînin vê astê, dê bibin hêzeke mezin.

Demîrtaş da zanîn, piştî Cejna Qurbanê dê wek şandek serdana Herêma Kurdistanê bike û bo yekrêziya Kurdan hevdîtinan pêk bînin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button