Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Demîrtaş : Di rewşa awarte de hilbijartineke demokratîk ne mimkun e

Yekîtî Media
Namzetê HDPê Selahetîn Demîrtaş bersiva pirsên Ajansa Reutersê de û da zanîn, di mercên rewşa awarte de hilbijartineke demokratîk û dadperwerî mimkun nîn e.
Namzetê HDPê bo hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê Selahetîn Demîrtaş ku ev salek û nîv e di zîndana Edîrneyê de ye, yekemcar bersiv da pirsên ajanseke navnetewî.
Demîrtaş bo Reutersê bi destnivîsa xwe da xuyakirin, xwepêşandan qedexe ne, axaftin qedexe ye, rexnegirtina li hikûmetê qedexe ye, parastina aştiyê jî bi bangeşeya terorê tê tometbarkirin ku niha sedan rojnamevan girtî ne, bi dehan kanalên radyo û televîzyonan hatine daxistin.
Reuters rexne li medya Tirkiyê digre ku Erdogan rojê sê caran diaxive û hemû axaftinên wî di televîzyonan de zindî tên weşandin, lê rêveberên HDPê di bername û nûçeyan de cîh nabînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button