Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

De Mistura: Derfet ji bo bi dawî hatina şer li Sûriyê çêbûye

Yekîtî Media 10/7/2017

Şanderê Netewên Yekbûyî ji bo kirîza Sûriyê Staffan de Mistura di konfranseke rojnamevanî de li Cinêvê ragihand, agirebsta li başûrê Sûriyê pêşkevtineke giring e û ev derfeteke ku şer li Sûriyê bi dawî bibe.

Şanderê NY ji bo kirîza Sûriyê li Cinêvê ragihand, ku serkevtina gotûbêjên Cinêvê peywendî bi civînên Astana ve heye û got, dirustkirina navçeyên aram li Sûriyê tiştekî demkî ye.

De Mestura herwiha got, ku serkevtinên civînên Cinêvê metirsiyên li ser Sûriyê kêm dikin û herwiha tekez kir, ku hevahengiya navbera Rûsya û Amerîkayê bandora xwe li ser rewşa Sûriyê heye.

Şanderê NY yê bo krîza Sûriyê got jî , ku heta niha pêngavên cidî derbarê rewşa Sûriyê de çêbûne û krîzên Sûriyê kêm bûne.

Herwiha Şanderê NY yê bo krîza Sûriyê li Cinêvê derbarê civîna dahatî ya li Civînê de got, roja înê dê civîn dest pê bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button