
Daxuyaniya ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya ve hatî ye weşandin
Encûmena Niştimanî ya Kurd peymana ku di 30ê Çile de di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê de hatiye îmzekirin wekî gavek ku hewceyê kiryarên berpirsiyar e dibîne. Ew hêvî dike ku peyman bi awayekî cidî û domdar were bicîhanîn, bi vî rengî welat ji êş û aloziyên zêdetir xilas bibe û vegera kesên koçber bo malên xwe hêsan bike.
Encûmen vê peymanê û Fermana Serokatiyê ya Hejmar (13) wekî xalek destpêkê ji bo destpêkirina diyalogek neteweyî ya cidî di navbera hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên gelê Kurd de dibîne. Armanca vê diyalogê bidestxistina mafên neteweyî yên rewa, çareserkirina hemî gazindên dîrokî û bicihkirina van mafan di destûrê de ye.
Encûmen piştrast dike ku garantîkirina mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê, li ser bingeha hevkariyek rastîn, edalet û wekheviyê, stûna bingehîn a parastina berjewendiya neteweyî ya bilind pêk tîne. Ew ewlehî û aramiya domdar misoger dike û jiyanek bi rûmet ji bo hemî Sûriyeyên bê îstîsna garantî dike.
Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya
1ê Sibata 2026an


